Îro ji eşqa te dinalim
Derd giran im û ez bêhal im
Guh nabhîzim û ziman lal im
Birîndarê te me welato!

Tu çendî şêrîn û delal î
Li çîyayên jor xweş xezal î
Bi egîdên xwe ra heval î
Evîndarê te me welato!

Ez te ji dijmin diparêzim
Ji bo te ez quwet û hêz im
Ji şehîdên te ra birêz im
Xemdarê te me ez welato!

Can fîdayê te me wek Zîlan
Natirsim sêdaran wek Leylan
Bi çek û rext im mîna Şîlan
Dildarê te me ez welato!

Da ku te xilaskim ji neyar
Ez dê ji bo xwe te bikim yar
Şev û rojan bimînim şîyar
Nobedarê te me welato!

*Rojava 2010

Şîrove Binuse

Şîroveyê xo binuse!
Nameyê xo binuse