Destpêk

Ez dê di vê gotarê da li ser mijarên tecrîtkirina Rêber Evdellah Ocalan û çalakîyên ku ji bo rakirina tecrîdê çêdibin binivîsim.
Li gel van mijaran ez dê mijara dagirkerî û xiyanetê jî bigirim dest. Tevgera Azadîyê ya Gelê Kurd û dostên xwe di nava têkoşînekî pir dijvar da ne. Lewra pêwîst dibînim ku gotareka wiha binivîsim.

Tecrîd-îzolasyon û armancên wê

Di dîroka civakan da di nava hezaran salan da carekê rêberek derdikeve û çarenûsa gel dîyar dike. Bi pêşdebirin û çareserkirina pirsgirêkên civakekî di encam da ji bo civakên din yên dinyayê jî dibin mînak û çavkanîya hêzê. Lewra rêber jî dibin cîhanî û mora xwe li dîrokê dixin.
Rêber Evdellah Ocalan rêberekî wisa ye ku hîna di destpêka xwe da rêyek ji bo gelê kurd xêz kirîye û esasê xwe da rizgarkirin û ji bindestîyê derxistina gelan esas digire. Dema di rêbertîya Rêber Ocalan da têkoşîna gelê kurd gihîşt astekê -taybet piştî ruxandina sosyalîzma pêk hatî li ser lingan mayîna wê- Rêber Apo hat hedefgirtin ku bi awayekî ji holê were rakirin. Ji holê rakirin hem di milê fizikî da hem jî di milê hişî û ruhî da bû.
Ji ber ku Rêbertî nirxên civakî yên bi dehhezaran salan da hatine afirandin, di kesayeta xwe da kom kir û wekî sentezekî da der û bi vî jî sînordar nema, xiste merîyetê û serkeftinên mezin û hêja bi xwe ra anî, di alîyê zirhêzan ve diviyabû were hedefgirtin.
Rêbertî hat hedefgirtin lê li holê rastî hebûn û ew rastî tu carî nayin bi binxistin. Heke werin binxistin bi navê mirovahîyê tu tişt li holê namîne. Lewra Rêbertî dikarî di giraveka taybet da, di nav çar dîwaran da, xwe ji nû ve biafirîne û bigire dest ku pêşîya têkoşîna gelê kurd veke. Li alîyê din jî kadro û mîlîtanên PKKê, di serî da gelê kurd û dostên xwe di asta xwe teqandin û bedena xwe dana ber agir, çalakîyên yekta li dar xistin û bûn hêjayê Rêbertîya xwe.
Êdî têkoşîna Tevgera Azadîyê ya Gelê Kurd astekî baş girt û dîyalektîkekî mîna dîyalektîka fîlozof Zerdeşt ava bû. Êdî ronî-tarî, sar-germ, qenc-xirab, xweşikî-qefçilî, heqdar-heqxwar, welatparêz-noker, gerîla-xayin, dagirker-rizgarîxwaz ketin şerekî; zihnî-bîrdozî-rêxistinî-sîyasî-çalakî. Êdî wisa lê hatîye heta milek bi temamî ser nekeve ev şer dê berdewam bike. Wekî din û rêyeka din ra derfet nemaye ku were pêş.
Di şexsê Rêber Evdellah Ocalan da şerekî tê jiyîn ku nayê pênasekirin û binavkirin. Dijmin hebûna xwe bi awayekî ji holê rakirina Rêber Apo da dibîne. Gelê kurd û dostên xwe jî azadî û hemû mafên xwe yê civakî û mirovî destxistinê, bi fizîkî azadkirina Rêbertîyê da dibîne. Li gel vî rastîyê gelê kurd û dostên xwe lê xwedî derketina Rêbertî wekî berpirsîyarîyeka sincî û wijdanî dibîne. Lewra bar girane û lazime bi serkeftî were hilanîn.
Ji bo azadîya Rêbertî gava destpêkê ya ku were avêtin, rakirina tecrît-îzolasyon e. Bi taybet li zîndanan û bi giştî welat û dervayî welat çalakî hatin kirin û tên kirin. Ji bo Rêber Apo li sala 2012an da 68 roj gireva birçîbûnê hat li darxistin û serkeftî encam bû. Li 2016an li avahîya HDP ya Amedê sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd ketin greva birçîbûnê. Li sala 2018an hevseroka KCDê Leyla Guven kete gireva birçîbûnê û her ku çû çalakî bi hêz û berbelav bû. Di encamê da Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Sîraç Yuksek, Mahsum Pamay, Umît Acar û Ugur Şakar çalakîyên canbexşane li dar xistin. Di 200 rojîya çalakîyê da bi bangewazîya Rêbertî ev çalakî li welat û derva bi dawî bûn.
Herî dawî 27ê çirîya paşîn ya 2020an çalakîya greva birçîbûnê dest pê kir û hîna berdewam e. Piştî ku dîlên azadîyê dest bi çalakîyê kirin, gav bi gav çalakî li welat û derva berbelav bû. Berxwedan dê were kirin û dê encam jî bigire. Lê rewşa tc û berzanîyan dê çawa be?

Gora xwe kolan

Di serî da ez vî binivîsim; sala 1993an Rêbertî got: “Muhatabekî digerim”. Heta niha jî muhatabek derneketîye. Çima? Ji ber ku tc û berzanîyan her di şer da israr kirin. Êdî wisa lê hat ji rewşa ku hate rastê ra veger pir zehmet e. Yanî tekane rêyek heye ew jî berxwedan e. Tenê bi berxwedanê pirsgirêk çareser dibin. Ev ne bijarteya alîyê kurd e. Bijarteya tc û elîtên kontra yên mala berzanî ne. Lewra tc û berzanîyan rêya ku diçe gora sar bixwe rast kirin. Dema ku ketin jî lazime ji çarenûsa xwe razî bin. tc timî qirqirin li ser kurdan ferz kirîye û dike. berzanîyan jî li her çar alîyên Kurdistanê da partî û serokên şoreşger-welatparêz kirin hedef û bi xwîna wan wekî kirnik/kêzîyekî xwe têr kirin. Li hember xwe hêrsekî mezin ava kirin. Êdî ew bixwazin jî nikarin xwe ji xiyanet û nokerîyê rizgar bikin. Jixwe gelê kurd jî êdî wan nabexşîne. Lewra dibêjim: “Gora xwe bi destê xwe kolan”. Xwe anîn ber tunebûnê.
Rewş li Bakur û Başûr pir guherîye. Bi mantalîteya berê nirxandina rewşê qelsîyeke. Qala birakujî kirin yekcar ji rastîyê dure û hêz dide berzanîyan û hin nokerên PDKê. Lewra serwextbûn û awayekî objektîv nirxandin dê bi me bide qezenckirin. Piştî ku deh salên dawî derketina dîmen, fotograf û dîmenan hîna jî xiyaneta nav kurdan nedîtin yan korfahmîye yan jî tevkarîya bi PDKê ra ye. Ji bo vî jî lazime serî da rewşenbîr, alîyên hişmend pir bi baldarî tev bigerin û xwedî helwestên rast bin ku gelê me zêdetir êşa xiyanetê nekişîne.

Ortaçî

Em di cîhaneka pirî bîrdozî û sîyasî da dijîn. Di van dîyardeyan da jî rêxistin amûreka sereke ye. Bê rêxistin kes nikare bêhnê bistîne û bide. Lê di hin beşên civakê da redkirin û xwe jê durgirtina wan dîyardeyan heye. Bêgûman şaşîyeka mezin e. Kes, kom, gel bi durxistina bîrdozî û sîyasetê ji rêxistinbûnê têne durxistin. Ew jî dibe sersebeb ku bîrdozîya lîberal -bi hemû cûreyên xwe ve- hêsanî xwe serdest bike. Ev xefikeka nixûmandî ye. Pêwîstîya gelan bi zihnîyet, bîrdozî, sîyaset; ji bo wan jî rêxistinê heye. Jê rev yan jî bi awayekî şaş destgirtin bixwe nîşaneya koletîyeka kûr e.
Mirovê pêşketî û modern eve ku li xwe û cîhana ku di tê da dijî hesîyaye. Wekî kesekî ji hişê xwe çûyî jîyankirin mirineka sosret e. Mirovekî bê refleks, mîna bedenekî tevizîyayî ye. Lewre li xwe hesîn pir girîng e. Wisa jî mirov azad dibe. Lê di civakê da ortaçî hene. Partîyên sîyasî hemû weke hevdu dibîne. Xwedî nêrînekî zelal nîne. Di heman demê da bê ked e. Êşa gelê xwe û ya mirovahîya jandar nahese. Ha wisa jî ji xwe razî ye. Dikare binivîse û biaxive. Li hember kirinên dagirker û berzanîyan bê refleks e. Her dû alîyan -PKKê û PDKê- dikare tawanbar bike û destê xwe ji her tiştî jî bişo. Carekî jî ji bo welat xêrekî nake. Ev beşê civakê qasî dagirker, noker û xayinan -bi awayekî objektîf- tawanbar e. Ev beşê civakê ku em wekî burjuwazîya biçûk û çîna navîn pênase dikin; sersebebê xirabîyan e. Lazime li xwe vegerin û li gel heqîqetê cihê xwe bigirin. Daku êş û azarên gelê me kêm bibe.

Xakurk, Heftanîn, Garê

Kurdistan bi destê tc û noker û xayinan, ji nû ve tê dagirkirin. Dagirkerî bi awayekî hovane tê pêşda birin. Berxwedana gerîla, dîlên zîndanan û gelê me, gelek lîstok bê encam hişt. Lê ma ev bar tenê li ser pişta gerîla, zîndanî û gelê welatparêz û berxwedêr e? Nexêr! Yên ji welat direvin hene. Dê gotineka me ji wan ra tunebe! Hin malbat bi temamî xwe kirin gor, bo welat û doza azadîyê. Hin malbat jî hene, heta niha jî bi temamî ji têkoşînê dur disekinin. Gelo, ew çiqas rast e? Gerîla bi birîndarî, bi rojan şer dike. Tev lawên vî gelî ne. Lê xwedî derketin û şopandin ne erkekî mirovî ye? Şerê Xakurkê, Heftanîn û niha jî yê Garê, parastina rûmeta kurdan hemûyan e.
Em hatine astekî baş. Hindik maye ku dijmin tevî noker û xayinan bin bixin. Ma êdî ne wext e ku ortaçî bikevin nava têkoşînê?

Encam

Tecrîd-îzolasyon, li hember vî girevên birçîbûnê, yên zîndan û welat û dervayî welat; şerê ku di alîyê tc ve bi piştgirîyeka temam ya PDK tê kirin; statûya Bakur û Rojhilatê Surîyeyê û parastina wî; tev bi hevdû ve girêdayîye. Heke kurdê azad bi gelên heremê ra stratejî ava bike, baş li ber xwe bide, tekez em serkeftîne û em dê ser bikevin. Sedsala 21an dê bibe ya gelê kurd û gelên heremê.
Em hinekî din xîret bikin, hinekî din xwe baş bi rêxistin bikin, paşeroja azad ya me ye.
*Wêne ji:
TwittirakurdTAG