PKK me
Partîya Karkerên Kurdistan
destarê destê xwedawendan
hêvîya hezaran salan im
binyata zanistê me
ocaxa keç û xortan im
bi dîlana azadîyê
evîna welat dihonim
çîyayî me
ceng im li çol, şax û daxan da
şal û şapik im, di bejna gerîlayan da
agir im agir, rojperest im di hemû kêlîyan da
Newrozî me
pratîsyenê Rojê me
rêça şehîdên bêkêl im
cangorîyê Gelîyê Tiyaran im
agirê gûrnewtê me
di nîveka Ewropa da
Ronahî û Bêrîvan im
di nav agirê Newrozê da, dihonim paşeroj ê
sipîsorî mîna xwînê me
destmala sor digerînim, di nav gelan da
ciwanan digihînim, li qadên azad
bijî berxwedan li Qendîl, Cudî û Andokê
bihara her demsalê me
kesk î kesk im li dinyayê
bereketê dibarînim li axê
di dilê geş da kulîlkan dibişkivînim
roj û paşeroja te me
lêbelê li ser lêvên şoreşgeran im
pê gerdûnê radimusim
dixemilînim mînanî keskesorê
Her bijî
[…] PKK ME […]