
Va ye hat bîst û yekê Adarê
Agir gur dibe bi rengê darê
Silav li dê û bav dost û yarê
Gul xemilî li bejna biharê
Agirê Kawayê Hesinkar e
Mezlûm Doxan xwe pê kirîye ar e
Ew ji bo me tevan fermandar e
Ji bona dijmin jî berfa sar e
Newroz ji bona gelan hedar e
Li ser çanda xwedawenda Star e
Rojek kêf û şahî û dildar e
Dihelîne derd û kul û bar e
Agirê Newrozê pir dijwar e
Dişewtîne dijminê xedar e
Dijmin bûye fena gurên har e
Ji mirovahiyê re bêpar e
Newroza îsal ne wek a par e
L’ Kurdistanê vebûn gul û dar e
Dijmin têk diçe wek her car e
Ji bo me cejn û eyd û sersal e
Ji Newroza azadîyê ra
Rojava/ Reqqa
21.03.2019
Hûn dikarin kanala Youtube jî bibînin, bibin abone û danezana jî vekin.