Dogan Kobanî

Merheba hevalê Azad

Di serî da bi hesreta salan û bi hestên hevrêtîya te û hemû hevalên gel te silav dikim. Rêz û heskirinên xwe dişînim. Te bi dilekî germ himbêz dikim. Ev bû çend sal e ku me hevdû nedîtîye. Emrek çû. Têkoşîn û geşedanan em wisa ji hev dûr xistin. De Bila saxî, selametî û serkeftin para te be. Bi xwedê min wilo pir bêrîya te û we kirîye ku nayê ziman. Her carî dibêjim xwezî…

Hevalê Azad bawer im ku tu baş î. Ma mirov çawa baş nebe. Ku ez li warê tu lê yî bûma ez dê jî baş bama. Hevalê Kenan qala hêvî û xwesteka me kirîye.

Piştî hevalê Şevger niha jî ez û hevalê Kenan bi hev ra dimînin. Jixwe ez û te jî dosyadaşê hev in. Wisa min malbata we giştî nas kir. Li gorî em agahîyan digirin rewşa we baş e. Ev jî dibe çavkanîya moralê me.

Can heval!

Ger hevalên nas hebin gelek silavên min li wan bike. Li gorî texmîna min jî hevalên nas gelek in. Di serî da hevalê Elî Heyder, Saadet, Zafer, Selîm, Piling, Bawer, Bêrîtan, Rêdar, Pîroz û hevalên din ku te dîtin, ji hemûyan ra silavan bêje.

Hevrê

Heke tu rewşa min bipirsî, ez jî baş im. Bi gelemperî dixwînim û dinivîsînim. Min romanek bi kurdî nivîsî. Heke derfet çêbibe em dê bidin weşandin. Wê demê ez dê hewil bidim ku ji te ra jî bişînim. Wekî din jî hewildanên min yên nivîsandinê hene. Ez û hevalê Kenan carna qala te û bîranînên kevin dikin û pêra jî kêfxweş dibin. Me yê ji te ra wêneyekî jî bişanda lê yên me bi hev ra kişandine niha nînin. Ê de carekî din em dê hewil bidin ku ji te ra bişînin. Ku ev name bigihêje destê te me agahdar bike. Min wêneyên te yên dawîyê dîtin. Wekî hevalê Beşîr digot: “Gelekî sipehî bûn”.

Hevalê Beşîr niha li Kocaelîyê ye. Ridvan li Manîsa/Akhîsarê ye. Teymûr li Îzmîrê ye. Ferhat jî li Wanê ye. Em Wisa ji hev dûr ketine. Vê dawîyê bi derketina vîrusê ra tu faalîyet jî neman heval. Lê em jî ber xwe didin.

Hevalê Azad, bawer im te jî niha pirtûka hevala Saadet nivîsî xwendîye. Hin tiştên şaş û nebes nivîsîbûn. Di derheqê vî da min çend caran nivîsî, lê tu bersiv ji min ra nehat. Ma min got ez ji te ra jî bêjim. Ji ber ku em bi hev ra bûn ez tiştekî nabêjim ango tu dizanî ku te Saadet dît jê ra bibêje: “Kokim, ka kî ew agahî ji te ra şandine”. Wê ez gelekî xemgîn kirime. Hêvî dikim ku rast bike.

Can hevalê hêja!

Xwesteka me ev e ku tu-hûn xwe baş binêrin. Hêvîya me hemûyan li ser milê we ye. Em jî bi hêvîya serkeftinê ne û pê kêfxweş dibin. Bi hêvîya rojên azad, te-we dubare silav dikim. Bi dilekî germ û hesreta salan himbêz dikim.
Dogan Kobanî
Girtîgeha Tîpa T
Burhanîye/ Balikesîr
01.09.2020
***
Mijar: Name
Nivîskar: Azad Ararat
Name ji bo: Dogan Kobanî
Dîrok: 05.12.2020

Nameyek gihaşte destê min
Wekî ruh û dilê min
Bayekî honik hilperî
Peyamnêrê hevalê min

Merheba hevalê Dogan Kobanî,

Li gel firek ava Çîyayê Gabarê, awirên pezkûvîyan yên êvarkî ji te û hevalên te ra dişînim. Ji ber kar û bar, çalakbûn û jêhatîbûna te -di nav wan çar dîwarên dijmin da- gelekî kêfxweş bûm.

Erê, heval û hogirê hêja, em jî gelek caran qala bîranînan dikin. Ez bixwe -bi taybet- qala wê çalakîya Apoyî dikim. Bila xebera te jê hebe yanî. Yanî her cara ku qal dikim, di dawîyê da wekî Apê His (Şehîd Hiseyn Mahir) dibêjim: “OXWEŞ”! Ma ne xweştirîn tişt ev e ku mirov xwedî hêrs, kîn û tolegirîya Apoyî be!

Hevalê roja teng!

Bêrîkirin! Çi bêjeyeka xweş e. Gelek hestan di xwe da dihewîne. Xemgînî û xembarî dike para mirov lê heke bêrîkirin nebaya dê çawa bûya? Rastî jî nizanim. Baş e ku bêrîya te û ev hevalên ku me bi hev ra tiştine kêm tên jîyin jîyan kirine dikim. Hizir û hestên bêrîkirinê şad, bextewar dike. Hêzekî wisa dide ku nayê gotin, tê jîyîn. Ez dibêjim: “Baş e ku bêrîkirin heye. Heke nebaya me dê çi kiriba”!

Lawê Kobanîya mêvandara Rêber Evdellah Ocalanî. Ez te û rewşa hevalên ku girtîgehan da ne hemûyan dişopînim lê zehmet e ku ji halê we baş fam bikim. Ji ber ku min di wê qada têkoşînê da jîyan nekirîye. Tenê têdigihêjim ku qasî pratîka Botanê zehmet e û milê xwe yê xweş hene. Ya girîng ev e ku em Rêbertîya xwe ji wê zîndana wekî kela zilmê ye derxînin û bi azadîya wî ya fizîkî hûn jî azad bibin.

Dildarê Rojî!

Heke rojekê werî Rojava û Kobanî lazim e xwe format bikî. Gelek tişt guherîne. Nifşeka nû û serwext digihêje. Pirtûk û nivîsên ku bi zimanê netewî dinivîsî, bizanibe ku xwendevanên xwe herî zêde li Rojava ne. Dê were xwendin û dê bibe serbilindîya zarokên paşerojê. Binivîse, heta bêjî bes binivîse. Nivîsandin, ji nivîsandinê wêdetir gelek tişte.
Hevalê gel te hevalê Kenan û hevalan tev bi dilekî germ himêz dikim. Bi taybet hevalên Argêş û Azad ku li Çîyayê Kozmê rastî bêbextîyekî nedîtî hatin, silav dikim. Bi hêvîya rojekê li Amedê ber pira dehderî bigihêjin hev serkeftinê ji we ra dixwazim.

Hevalê hêja!

Nameya ku te berê şandibû min gihand Medya Doz. Nameya vê dawîyê jî heke wî hevalî peyda bikim ez dê pêgînim. Lê mixabin min pirtûka hevala Saadet nexwendîye. Dibe ku di pirtûkê da tiştine nerast hebin lê ew jî normal e. Pirtûk şexsî ye û nêrîn û hizrên şexsî ne. Heman demê da ne şerte ku her tiştê xwe ji sedî sed rast bin. Loma dibêjim xeman nexwe. Heke min xwe gihand ez dê şîretên te jê ra ragihînim.

Ax hevalê hêja! Hevalek li Îranê girtîbû û cezayê hetahetayî xwaribû. Demekê ez pêra têkilîyê da bûm. Di carekê da hevalê me wenda bû. Dilê min dikir gip-gip. Min digot qey dê darve bikin lê surprîzek çêbû û min hew dît ku ew heval li cem min e. Erê heval, jîyan wisa ye. Bi taybet jîyana şoreşgeran. Em tev bi hêvî ne, dem hatîye û dê heval û hogirên me bigihêjine hev. Ji bo te û hevalan li benda surprîzan im.

Hevalo!

Ez dê vê nameyê ji radyoyê ra rêbikim. Malpera min jî heye. Li gel wêne û nameya te ez dê vê nameyê di wir da jî biweşînim.
Malbata te tev di nav kar da ne. Parçeyek in ji hevalan. Bavê te mîna mîlîtanekî kar dike. Bi hêz û bi moral e. Bila pişta te rast be. Qet di vî warî da xeman nexwe.
Naxwazim dawîyekê di nameyê da binivîsim. Bila nameyên me wekî têkoşîna me bêdawî bin.

Şîrove Binuse

Şîroveyê xo binuse!
Nameyê xo binuse