Şoreş Ûzimî

Em dîrokek ji agir in
Li azadîyê digerin
Ji her kesî zanatir in
Kî ne em? em PKK ne!

Xwedîyê çanda kevnar in
Bi fikra Zerdeştê Kal in
Li ser xaka Kurdistan in
Kî ne em? em PKK ne!

Heqîqet rastîya me ye
Ev der cîh û warê me ye
Ev jîyan jî mafê me ye
Kî ne em? em PKK ne!

Me daye hezaran Şehîd
Wa cîhan tev bûye şahid
Em in xwendewan û şagirt
Kîne em? em PKK ne!

Wa me xwendiye ev jîyan
Tev derketin li ser çîyan
Ji nû ve şîn dibe giyan
Kî ne em? em PKK ne!

Em ji kesekî natirsin
Xwedîyê çakûç û das in
Keç û xort tevda mêrxas in
Kî ne em? em PKK ne!

Hêza me ji hevaltî ye
Deh qatê xwîşk û bratî ye
Me ilmê Rêber xwendîye
Kî ne em? em PKK ne!