
Çar çirûsk vedane li asîmanê welatê min
Bi agirê bedena xwe ronî kirin şeva min
Perestgehên nokerîyê ji binî ve ruxandin
Bûne Xweda û Xwedawendin rêya evîna min
Çirûska yekem Harûn e ji paytexta dilan e
Bi jîr û wêrekîya xwe ji me ra bû derman e
Her bi hêrs û bi kîn bû li hember dagirkerîyê
Ceng tim ji bo wî serfirazî, govend û dîlan e
Çirûska duyem Dêrsim e ji wargeha şirîn e
Kenên li ser rûyê wî ji me ra dibû evîn e
Têr nedibû ew ji şer, berxwedan û azadîyê
Û neyar li hemberî wî her dem bi har û dîn e
Çirûska sêyem Mordem e ji alîyê Rojava
Wî giyana xwe dîyarî kir ji bo dê û bava
Di xewn û xeyalên wî da hebû jîyana azad
Li rastîyê digerîya her demjimêr û gava
Çirûska çarem Kendal e ji xaka pêxembera
Fikir û zikra wî belav dibe li hemû dera
Di dilê wî da bû, modernîteya demokratîk
Bûye şopînerê feylesof, derwêş û rêbera
Hûn bûne vîn, bawerî û bingeha edaletê
Hûn bûne ar û ronahî şewq didin li cinetê
Di eşq û evîna we da ava dibû Kurdistan
Hûn bûne şehîdên şer û berxwedana rûmetê
Ji bo bîranîna Şehîd Harûn, Dêrsim, Mordem û Kendal
Rojava/Eyn Îsa
Şoreş Ûzimi
05.05.2020
*Hûn dikarin malpera vîmeo jî bişopînin.
Em dê vîdeoyên nû bar bikin.⬇️