hevalno! ka temaşe bikin vî halî
PKK gihaştîye, wekî zerdelî
jê bixwin, bibin wekî Ristemê Zalî
daku hûn, timî bidin, ser rêça Rojî

her roj û şev perwerde û civînên xwe
jiyana bi rûmet û şer û cengê xwe
di meydanê da dîlan û govendên xwe
li welat çember girêde, wekî Rojî

çi xweş e, ala simbil, xweşî û xwînî
daneynin, timî li ser milan, hildin ezmanî
tev keç û xort, hûn in li jor girevanî
tim li ba bike alê, bigîne Rojî

baş bizanin ku qet tovê pûç şîn nayê
ji devpîs û diravhezan ra xêr nayê
hate zanîn ku rêya navîn der nayê
lewre serwext bin, timî bimijin Rojî

serî tu car daneynin, ji nav û der ra
serkeftin nayê, bendên koletîyê ra
qet xwe şaş nekin, rêbaza Apoyî ra
tekane rêya zanist e, rêya Rojî

şoreşgerno! rê nedin diz û teresan
biqewitînin, wan fêlbaz û keysbazan
biçirînin, hemû çember û dorpêçan
jîr in û jêhatî ne, hevrêyên Rojî

Şîrove Binuse

Şîroveyê xo binuse!
Nameyê xo binuse