helbest
Şoreş Ûzimî

Li ser dilê min birînek kûr
Wekî devê lêdaneka şûr
Dilopên xwînê tên hûr bi hûr
Axîn û nalîn diçe pir dûr
Ji min heliya hestî û ûr
Zirav bûme wek têlên tembûr
Hiş ji min çû nema şiûr
Tê ber çavên min ronîyek nûr
Lê germe wek agirê tenûr
Qet nade min mecal û destûr
Da ku bifirim wek teyrê hûr
Hêlîn çêkim kaşên Miştenûr
Ji bedewîya dilê Xantûr
Dihunînim rêça evînê

Li kaşên Miştenûr bûye ceng
Tîrêjên rojê bûn wek peleng
Xwîn diherêkê ji dil û merg
Ji asîmanê heftan tê deng
Wek baranê dibarin fîşeng
Herî pêşîne jinên çeleng
Ji azadîyê ra bûn pêşeng
Xemilî Miştenûr reng bi reng
Keç û xort delal in şox û şeng
Tîlîlîyan dikşînin berbang
Dihelînin wa ji dilan jeng
Pir xweş e ev awaz û aheng
Arîn ji me ra bûye ferheng
Wê danîn pîvanên evînê

Çibkim ketime tora eşqê
Roj tê der ji alîyê şerqê
Li min didin pêlên wê şewqê
Ba min hedar nayê tê deqqê
Bargiran im ez mîna Feqê
Naxim navberê qet tu ferqê
Yezdanê Mezin li tê heqqê
Dil ronî dike fena birqê
Himbêz kirina nîva newqê
Bes nîne ji bo wê aşiqê
Li min bidin çilyek menciqê
Dîsa bes nakim vê derheqê
Har û dîn im ez ji vê zewqê
Ji kelecana vê evînê

Kobanîkê bûye qada şer
Arîna Mîrkan xwe daye ber
Dijminê noker wa jê tê der
Bişînin çar alîyan xeber
Bila li hev kom bin tev rêber
Da ku ji holê rakin xeter
Tev bi hev ra xwe bikin sîper
Wa her roj mezin dibe tevger
Li dilê neyar bixin xencer
Jin, kal û pîr girtine senger
Ber bi êvaran xweş tê bager
Li Miştenûr in şêr in gewher
Rastî û heqîqet bû cewher
Wa em gihiştin vê evînê

*Ji bo bîranîna “Şehîdên Berxwedana Sedsalê” ya Kobanî
*27.03.2015
*Tablo: Mihemed Şahîn

Şîrove Binuse

Şîroveyê xo binuse!
Nameyê xo binuse