Hezar Nerexî
min jî hes dikir bibim findek ji finda te
li ber bayê evîna te bibim pêta te
her gulîya hejiya bibim çirûska te
her şeva ku vegerîya bibim stêrka te

min jî dixwest bibim şevgera evîna te
di nav wê tarîtîyê da bibim çira te
di nav tîrêjên Rojê da bibim şewqa te
her guleya dihat bibim parêzvanê te

te ez fêrî vê evînê kirime jixwe
kirim parêzvanê dergûşa evîna xwe
evîndarê bêwar im gerîyam warê xwe
ez kirim evîndarê Rojê û finda xwe

Şîrove Binuse

Şîroveyê xo binuse!
Nameyê xo binuse