M. Mehmûd Misto
Peyv û hevokên min
Helbest û hestên min
Mîna gula pêçekê xwe
Li xeyalên te digerînin heval EGÎD
Hêvîyên westiyayî
Ramanên kal bûyî
Hesretên di nav firmêskan da winda bûyî
Bi dengê tifanga te ra tev şîyar bûn
Rondikên kêfxweşîyê ji çavên Yezdan
Xwe kirin baran û bi ser dêmên gulên welatê min ên fedok da barandin
Ferîşte daketin erdê
Îro ne Leylet Elqedr e
Îro 15ê Tebaxê ye
Pîroz be li we kurdino
Roja we hilat li dinê
Kulîlkan li ser Toros û Zagrosan dîlana azadîyê gerandin
Deşt û zozanan bi rengê keskesoran xwe xemilandin
15ê Tebaxê li Dehaqan bû
Tûfan
Volkan
Erdhejîn
Babelîsk
Û qiyamet
Neyarê bi berxwedana zîndanan ra derizîbû
Bi dengê lêdana dilê şoreşgeran ra hilweşîya
Tîpên dîrokê rêzdar sekinîn
Ferman bide heval EGÎD
Ji îro û pê ve rastîyê em dê bêjin
Qederêêê…..
Qederê pênûsa xwe radestî heval EGÎD kir
Bibe nivîskarê çarenûsa gelê xwe
Bibe nivîskarê çarenûsa gelê xwe

15.08.2016

Şîrove Binuse

Şîroveyê xo binuse!
Nameyê xo binuse