Şoreş Ûzimî
Wexta ku min tu dîtî jîyana min di cih da guherî. Min hemû rabuhurîyên xwe jibîr kiribûn. Hiş û mejîyê min yekser bi te ra mabûn û lewma ew kêlîya ku ez bi te ra bûm, jîyana min ji nû ve sererast kiribû. Min di kenên çavên te da didîtin, ew xeyalên te yên azadîyê. Dema tu dikenîya, çi di dilê te da hebû hemû dihat li ser rûyê te û xwe dîyar dikir. Carna jî mijankên te di nav kenên te da wênda dibûn. Wexta min li te dinêrî û li çavên te meyze dikir, min di şêlahîya hêsirên li ser rûye te da evîna welatekî azad û serbixwe didît. Erê, rondikên girînê hene. Mirov ber bi xemgînîyê ve dibin. Xemgînîyeka mîna ku biharek bêbaran û gulek bê bilbil bimîne. Lê carna rondikên keyfxweşîyê jî hene. Mirovan ber bi hezkirin û şanazîyê ve dibin. Ma kî/ê dikare bêje zimanê rondikan tuneye! Ma kî/ê dikare bêje di hesiran da hest û raman tuneye! Na! Rondikên mirov, her tiştî di hindirê xwe da dihewîne.
Carna rondikek dibe guleya tifingê li enîya dijmin dikeve û wan tine dike. Lê carna jî rondikek dibe ava heyatê û tevahî zindî pê jîyan dikin. Erê, bi kenên çavên te ra, rondikekî xwe berda ber bi jêr ve. Lê ev rondik ne wek yê her car bûn. Di hindirê rondikê çavên te da, reşahîya çavên te xuya dikir. Dema rondikekî ji çavên te ket li ser rûyê te yê aliyê restê, rûye te bi wî rondikê şil bû. Weke ku barana avrêlê li ser erdên bejî bike, wisa. Ew rondik dê erdê bejî cardin bibereket bike. Rûyê te jî, ji nû ve zindî kir. Çawa ku roj derdikeve û her der ronî dibe, rûyê te bi wî awayî geş kir. Gelo, ma di wî rondikê da çi hebû? Di wî rondikî da. Ji xeynî mirinê her tişt hebû. Erê, di wî rondikî da, jîyanekî birûmet û hevaltîya rasteqîn hebû. Dema min hatina wî rondikî dinêrî min didît.
Yekser ez ketibûm di kûrahîya dîrokê da. Yek bi yek ew bûyerên rondikrijandinê li ber çavên min ra derbas dibûn. Erê, rondikek dîrokê zîndî dike û tu dê her zîndî bimînî.
Hevrê Şahan!
Em dê bi wê rondika te, xwe di xeta azadîyê da kûrtir bikin. Li şûna rondikên te gulên evîna welatekî azad şîn bikin.
*Ji bo bîranîna Şehîd Şahan Melekşah
14.05.2020

2 ŞÎROVEYÎ

Şîrove Binuse

Şîroveyê xo binuse!
Nameyê xo binuse